karwan.TV

Şıvan & Gulistan Perwer – Narine Kubaré & Zara

53
Share

şivan perwer ve gülistan ‘ın 1992 tarihli zembîlfiroş albümünde yer alan bir klam

hey lê lê narîn, narîn kubarê
ezê tu kar û emelê dinyayê nakim
ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim
ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim
ezê tu dila di ser çavê reş û belek re qebûl nakim
keça bê soza, reyisa bê bexta, tixmê ewana
derewînê lê narîn, hey lê lê narîn

hey lê lê narîn, kubarê lê narîn
narîn kubarê zozanê mala bavê me dudu ne
de rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin şaristanê xerîb
bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne
gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne
emê bêjin ya wer em xuşk û birayê hevdu ne
hege xelk bêje ji bo şiklê ne weke hevdu ne
emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne
tixmê bextreşa, ewana, ne rindê, derewînê lê narîn
hey lê lê narîn, bêbextê lê narîn

Copyright © 2019 | karwan.tv